FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 10-11
Mûsa û Harûn Mêrxasiyê Didine Kifşê
10:3-6, 24-26, 28; 11:4-8
Mûsa û Harûn mêrxasî dane kifşê, çaxê tevî Firewinê xweyîhukumê lapî girîng, xeber didan. Gelo çi alî wan kir mêrxas bin? Derheqa Mûsa Kitêba Pîroz dibêje: “Bi baweriyê Mûsa Misir hişt û ji hêrsa padşê netirsiya, çimkî Mûsa ewê ku nedihate kifşê didît û ser ya xwe ma” (Îbr. 11:27). Mûsa û Harûn îtbariya xwe Yehowa dianîn, çimkî baweriya wan qewî bû.
Kîjan derecada tuyê mecbûr bî bi mêrxasî baweriya xwe ber merivê xweyîhukum biparêzî?