KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp22 № 1 rûp. 6-7
  • 1 | Firqiyê Neke Orta Meriva

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 1 | Firqiyê Neke Orta Meriva
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Hînkirina Kitêba Pîroz:
  • Ew Çi Tê Hesabê:
  • Ew Hînkirin Ça Dikare Alî Te Bike:
  • 3 | Nefretiyê ji Hişê Xwe Derxe
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
  • Çawa Nefretiyê ji Dilê Xwe Derxin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
  • Çima Meriv Hev Nefret Dikin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
  • Em Dikarin Nefretiyê ji Dilê Xwe Derxin!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
wp22 № 1 rûp. 6-7
Merivê çermereş şikilê merivê çermesipî ku pê beşera xweş e, girtiye destê xwe, û merivê çermesipî şikilê merivê çermereş ku pê beşera xweş e, girtiye destê xwe. Piştêva jî şikilên merivên hêrs in.

ÇAWA NEFRETIYÊ JI DILÊ XWE DERXIN?

1 | Firqiyê Neke Orta Meriva

Hînkirina Kitêba Pîroz:

“Ez niha fem dikim, wekî Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, [her kesê] ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (KARÊN ŞANDIYA 10:34, 35).

Ew Çi Tê Hesabê:

Yehowaa Xwedê li gora milet, berek, rengê çerm û kûltûrayê, me sûcdar nake. Dewsê ew dîna xwe dide wê yekê, ku em dilda merivne çi cûreyî ne. Kitêba Pîrozda jî tê gotinê, wekî “mirov li rû dinihêre, lê belê Xudan li dil dinihêre” (1 Samûyêl 16:7, ÎM).

Ew Hînkirin Ça Dikare Alî Te Bike:

Rast e em nikarin bivînin ku dilê merivada çi ye, lê em dikarin çev bidine Xwedê û firqiyê nekine orta meriva. Dîna xwe bidinê ku filan meriv xwexa çi cûreyî ye, ne ku milet yan bereka wî. Hergê tu derheqa meriva ji bo milet yan bereka wan, xirab difikirî, ji Xwedê alîkariyê bixwaze, wekî bikaribî fikirên usa kokêva ji dilê xwe derxî (Zebûr 139:23, 24). Gava tu bi dil ji Xwedê qewatê dixwazî, wekî firqiyê nekî nava meriva, tu dikarî bawer bî wekî ew wê eseyî guh bide duayê te û alî te bike (1 Petrûs 3:12).

a Yehowa, navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).

“Pêşiya vê yekê ez qe tevî merivê çermesipî edilayêda . . . rûneniştibûm. Lê niha ez îda para biratiya hemdinyayê bûm” (TÎTO).

Serhatî​—TÎTO

Min Karibû Nefretiyê ji Dilê Xwe Derxim

Tîto.

Tîto gelek hêrs diket ji bo van qanûna, ku merivên çermesipî ser merivên çermereşra bilind digirtin. Ew û hine mêrên ku mîna wî difikirîn, bûne komeke qaçaxa. Ew dibêje: “Seva ku şer-dewa pêşda bînin, em diçûne wan ciya, kîderê ku îzina merivên çermereş tune bû herin, mesele otêl û rêstorana”. Tîto tîne ser xwe, wekî ewî ji bo nefretiyê ew yek dikir. Ew zêde dike: “Hergê ez tevî kesekî diketime hucetê, yê pêşin kî ku destpêdikir pê kulma şera bike, ez bûm û bona min firqî tune bû ew mêr yan jin e”.

Çaxê Tîto destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn be, hingêda ew hêdî-hêdî dihate guhastinê. Xwendina Kitêba Pîroz gelek ser wî hukum dibû. Xût evî sozî gelek dilê wî digirt, wekî “îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk” (Eyantî 21:3, 4).

Sêrîda Tîtora çetin bû nefretiyê ji dilê xwe derxe. Ew dibêje: “Gelek çetin bû fikir û kirên xwe biguhêzim”. Lê çaxê ew ji Karên Şandiya 10:34, 35 pêhesiya, wekî Xwedê firqiyê nake orta meriva, ev yek gelek ser wî hukum bû û alî wî kir.

Evê yekê Tîtora çi kar anî? Tîto şirovedike: “Çaxê min dît wekî Şedên Yehowa firqiyê nakin orta meriva û hindava hemûya hizkirinê didine kifşê, ez îzbat bûm, wekî rêlîgiya wan rast e. Pêşiya ku ez bihatama nixumandinê, endemekî civatêyî çermesipî, ez teglîfî mala xwe kirim wekî tevayî nan bixwin. Min tirê ez xewnêda nim. Pêşiya vê yekê ez qe tevî merivê çermesipî edilayêda mala wanda ber sifrê rûneniştibûm. Lê niha ez îda para biratiya hemdinyayê bûm”.

Hê zêde derheqa serhatiya Tîto, bixûnin ji “Birca Qerewiliyê”, ya 1 Tebaxê, sala 2009, rûpêlên 28-29.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin