Kitêba Pîroz Derheqa Merdaniyê Çi Dibêje?
Caba Kitêba Pîroz
Kitêba Pîroz dibêje ku meriv gerekê bi nêteke rast merd be û pêşkêşa bike. Hingê ne tenê evê ku pêşkêşê distîne wê şa be, lê usa jî yê ku dide (Metelok 11:25; Lûqa 6:38). Îsa got: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35).
Merdaniya bi çi nêtî dilê Xwedê xweş tê?
Xwedê xweş tê gava em bi rezedilî tiştekî dikin. Xebera wî dibêje: “Dilê her kesîra çiqas derbaz dibe, bira haqasî jî bide, ne ku bide lê dilê wî pey be yan bi borcdariyê be, çimkî Xwedê yê bi dil û eşq dide hiz dike” (2 Korintî 9:7).
Merdanî hunurê wan meriva ye, rêlîgiya kîjana “rast û bêqusûr e” (Aqûb 1:27). Em dikarin merivê destvekirî ku alîkariya dide kesên din, hesab kin ça hevalxebatkarê Xwedê, û Xwedê hesab dike ku ew deyndarê wî merivî ye (Metelok 19:17). Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê wê eseyî merivê destvekirî kerem bike (Lûqa 14:12-14).
Merdaniya çi cûreyî dilê Xwedê xweş nayê?
Hergê meriv bi nêteke nerast û qelp tiştekî dide. Besa xeberê ew dixwaze:
dîna meriva bikişîne ser xwe (Metta 6:2).
dewsê tiştekî bistîne (Lûqa 14:12-14).
xilazbûnê qazanc ke (Zebûr 49:6, 7).
Hergê meriv bi merdaniya xwe, kesên din hêlan dike berbi rabûn-rûniştin û xeysetên nerast kîjana ku Xwedê qebûl nake. Mesele wê nerast be pera bidine wî merivî, yê ku wê van pera ser xumarlîstinê, cixarê yan narkotîka xerc ke (1 Korintî 6:9, 10; 2 Korintî 7:1). Usa jî wê nerast be pê pera alî wî merivî bikin yê ku dikare ebûra xwe bike, lê naxwaze bixebite (2 Têsalonîkî 3:10).
Heger meriv borcdariyên xwe yên ku Xwedê dane wî, nayne sêrî. Kitêba Pîroz dibêje ku serên malbetê gerekê ebûra malbeta xwe bikin (1 Tîmotêyo 5:8). Lema jî nerast e hergê ew dikeve heyra xelqê, û zirarê dide neferê xwe. Îsa wan meriva sûcdar kir, yên ku nedixwestin dê-bavê xwe yên emirda mezin xwey bikin, û xwe sofî dikirin ku hebûka wan “diyarîk e ku Xwedêra tê dayînê” (Marqos 7:9-13).