Înî, 18 Tîrmehê
[Ewî] em kirin kahînên padşatiyê, wekî Bavê wî Xwedêra em xizmetkariyê bikin (Eyan. 1:6).
Tenê 144 000 meriv, ji nava Mesîhiya bi saya ruhê pîroz hatine bijartinê. Ewana bona heleqetiya xweye mexsûs tevî Yehowa, gelek şa dibin, û ewana wê ser ezmana tevî Îsa ça kahîn xizmet bikin (Eyantî 14:1). Konê pîrozda, Ciyê Pîroz tê hesabê halê kurên Xwedê yên bijartî, heta ku ewana ser erdê ne (Romayî 8:15-17). Lê Ciyê Herî Pîroz konê pîrozda, tê hesabê ezmanên kîderê ku Yehowa dimîne. Perda ku Ciyê Pîroz ji Ciyê Herî Pîroz vediqetand, tê hesabê bedena Îsa Mesîh. Heta ku bedena wîye fîzîkî hebûya, ew nikaribû derbazî ezmana bûya û paristgeha ruhanîda bibûya Kahînê Mezin. Çaxê Îsa bedena xwe bona hemû meriva berva da, ewî bona xizmetkarên Xwedêye bijartî riya jîyîna ser ezmana vekir. Seva ku ewana xelata xweye ezmana war bin, ewana gerekê bedena xweye fîzîkî bihêlin (Îbranî 10:19, 20; 1 Korintî 15:50). w23.10 28 ¶13
Şemî, 19 Tîrmehê
Wext têrê nake, ku bona Gîdeyon . . . gilî kim (Îbrn. 11:32).
Gava Efrayîmiya ew sûcdar kirin, Gîdeon ne ku bi hêrs, lê bi nermî caba wan da (Hakimtî 8:1-3). Ewî bi milûktî guh da derd û xemên wan û bi merîfetî caba wan da. Îro jî rûspiyên bîlan dikarin çev bidine Gîdeon û rind guh bidine kesên ku wana sûcdar dikin û bi nermî caba wan bidin (Aqûb 3:13). Bi vî cûreyî ewana wê civatêda edilayê xwey kin. Gava cimetê bona serketina himberî Midyana, rûmet dane Gîdeon, ewî dîna wan kişande ser Yehowa Xwedê (Hakimtî 8:22, 23). Gelo rûspî çawa dikarin çev bidine Gîdeon? Ewana gerekê bona pêşdaçûyîna xwe pesina bidine Yehowa (1 Korintî 4:6, 7). Mesele, gava xûşk û bira bona hînkirina baş payê rûspîkî bidin, ew dikare dîna wan bikişîne ser Xebera Xwedê, yan jî ser hînkirina teşkîleta Yehowa. w23.06 4 ¶7-8
Led, 20 Tîrmehê
Fikirên min ne fikirên we ne (Îşa. 55:8, ÎM).
Hergê em caba duayê xwe nastînin, em dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo ez bona tiştên rast dua dikim?” Gelek car, em difikirin ku em zanin tiştê herî baş bona me çi ye. Lê diqewime ev xwestina me bona kara me nîne. Dibeke em difikirin ku em safîkirina problêmekê zanin û bona wê yekê dua dikin. Û diqewime hine tiştên ku em dixwazin, ne li gora nêta Yehowa ne (1 Yûhenna 5:14). Were em dîna xwe bidine mesela dê û bavekî. Wana ji Yehowa lava dikir, ku zarên wan xwe li rastiyê bigirin. Rast e ev xwestineke baş e, lê Yehowa zorê tu kesî nake, wekî jêra xizmet ke. Ew dixwaze wekî her kes, hela hê zarên me jî, ji dil wîra xizmet kin (Qanûna Ducarî 10:12, 13; 30:19, 20). Lema jî dê-bav dikarin ji Yehowa lava kin, wekî xebera Wî bigihîje dilên zarên wan. Bi vî cûreyî, ewana dikarin alî zarên xwe bikin, ku Yehowa hez bikin û bibine dostên wî (Metelok 22:6; Efesî 6:4). w23.11 21 ¶5; 23 ¶12