Traktata “Mizgîniya Padşatiyê” № 38 di Meha Teşrînêda, wê bê Belakirinê!
1. Bona çi meriv berxwe dikevin, û di meha teşrînêda caba pirsêd wan wê çawa bêne dayînê?
1 Firqî tune meriv çi dihebînin. Çi jî hebe, yeke mirin dijminê hemû meriya ye (1 Korn. 15:26). Geleka berxwe dikevin ji bo wê yekê, hela miriyêd wan li kîderê ne, û ewana wê bikaribin dîsa miriyêd xwe bibînin, yan na. Lema jî, nav temamiya dinyayêda her civat nava mehekêda, wê bela kin traktata “Mizgîniya Padşatiyê” № 38, navê kîjanî ku usa ne “Gelo, bi rastiyê mirî dikarin dîsa bijîn?” Ev kompaniya mexsûs wê destpêbe 1 teşrînê. Paşî kompaniya mexsûs, traktata “Mizgîniya Padşatiyê” № 38 wê dîsa jî qulixkirinêda bê xebitandinê.
2. Ev traktata “Mizgîniya Padşatiyê” № 38, ça hatiye çêkirinê?
2 Ev traktat ça hatiye çêkirinê: Traktata “Mizgîniya Padşatiyê” № 38, usa hatiye çêkirinê, ku dikarî ew dirêjayiyêda qet kî. Rûpêla pêşin navê traktatê dide kifşê, û usa jî binseriyê “Çi hûnê bêjin” . . . erê? na? dibek? Çaxê xwendekar traktata “Mizgîniya Padşatiyê” veke, ewê bibîne wekî çawa Kitêba Pîroz caba navê traktatê dide, kîjan ku bi pirsê hatiye nivîsarê. Û usa jî ewê bibîne, ku sozêd Kitêba Pîroz çi karê dikarin wîra bînin. Ewê usa jî bibîne meniya wê yekê, ku çira ew dikare îtbariya xwe Kitêba Pîroz bîne. Li ser rûpêla paşin, di vê traktatêda pirseke hewas tê dayînê, wekî meriv bikaribe li ser dişirmîş be, û usa jî hêlan be ku hê zêde pêbihese.
3. Ça traktata “Mizgîniya Padşatiyê” № 38, wê bê belakirinê?
3 Ev traktat ça wê bê belakirinê: Ev kompaniya, wê mîna wan kompaniya be, wedê kîjanî ku bela dikin teglîfkirinê bona roja bîranînê û civata mezine sêrojî. Rûspî wê rêberiyê bidin, ku çawa mihala civatê wê bê xebitandinê, û ev rêberî li gora nemê, ya 1 nîsanê sala 2013 ye, kîjan ku ewana sitandin. Ew civat mihala kîjana ku biçûke, dikarin alîkariyê bidin wan civatêd dur-ber, mihala kîjana ku gelek mezin e. Çaxê traktata “Mizgîniya Padşatiyê” № 38 bistînin, bîra xweda xwey kin, wekî tenê haqas gerekê hildin, çiqas ku nava heftêkîda dikarin bela kin. Çaxê wedê kompaniyê, di mihala civatêda ev traktat îda hatin belakirinê, paşê dikarin wana usa jî li wan ciya bela kin, kîderê ku zef merî hene. Heger hemû traktat îda bela kirin, lê meh hela hê xilaz nebûye, hingê dikarin bela kin edebiyatêd vê mehê kîjan ku kifşkirî ne. Şemiya pêşin emê hê zêde dîna xwe bidine vê kompaniyê, ne ku ser wê yekê, ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin. Xêncî wê yekê, şemiya û leda heger dest dide, em usa jî gerekê jûrnala bela kin. Tu şixulê xwe usa safî dikî, ku bikaribî bi temamî vê kompaniya mexsûsda şixulkariyê bikî?