KILAMA 58
Merivên Aştîhiz Bigerin
- 1. Îsa emir da: “Bela kin rastyê”. - Ser rê ya dûr û ber tevê, - Wî digot bo sozên Xwedê. - Îsa berxên xwe gelek hiz dikir. - Xizmet dikir ji sibehê heta êvarê. - Him mal bi mal him li kûçê, - Em jî didin vê mizgînê, - Ku hindik ma kul û derd wê tune bin. - (LÊWEGERANDIN) - Em digerin - Li kesên ku aştî dixwazin, - Em digerin - Li kesên azadî dixwazin, - Mîna Îsa - Xizmet dikin. 
- 2. Dilên mîlyona hê birîndar in. - Wext hindik ma, em lez kevin, - Em gerekê alî wan kin. - Ji hizkirinê, em dîsa diçin. - Merivên ku pir dilteng in dilrihet bikin. - Li hemû gund û bajara, - Em digerin li dilpaka. - Em şa dibin û dibêjin berdewam. - (LÊWEGERANDIN) - Em digerin - Li kesên ku aştî dixwazin, - Em digerin - Li kesên azadî dixwazin, - Mîna Îsa - Xizmet dikin. 
(Usa jî binihêre Îşa. 52:7; Met. 28:19, 20; Lûqa 8:1; Rom. 10:10).