Roja Şemiyê, 19 Tîrmeh
Eger ez tiştên li ser Gîdeyon … bêjim, dema min têrê nake (Îbranî 11:32).
Gava Efrayîmiyan Gîdeon rexne kir, wî ne bi hêrs, lê bi nermî cewab da wan (Serweran 8:1-3). Wî bi dilnizmî guh da derd û xemên wan û bi xweşikahî cewaba wan da. Îro jî, rîspiyekî bihîkmet wê mîna Gîdeon rind guh bide kesekî ku wî rexne dike û bi nermî cewabê bide wî (Aqûb 3:13). Bi vî şeklî, ew dikare piştgiriya aştiya civatê bike. Gava xelkê ji bo serkeftina li hemberî Midyanê rûmet da Gîdeon, wî bala wan kişand ser Yehowa Xwedê (Serweran 8:22, 23). Gelo rîspî çawa dikarin Gîdeon ji xwe re mîsal bigirin? Gerek ew ji bo serkeftinên xwe pesnê Yehowa bidin (1. Korîntî 4:6, 7). Mesela, rîspiyekî ku baş dielimîne bîne ber çavê xwe. Gava xwişk û bira pesnê wî bidin, ew dikare bala wan bikişîne ser çavkaniya vê merîfetê, yanî ser Peyva Xwedê yan ser perwerdeya ku em ji teşkîlata Yehowa distînin. w23.06 4 par. 7-8
Roja Yekşemê, 20 Tîrmeh
Fikrên min ne fikrên we ne (Îşaya 55:8).
Eger em cewaba duayeke xwe nestînin, em dikarin ji xwe bipirsin: Gelo ez ji bo tiştê rast dua dikim? Gelek caran, em difikirin ku em dizanin ji bo me tiştê herî baş çi ye. Lê belkî ev daxwaza me ne ji bo xêra me ye. Dema ku em difikirin ku em çareya problemekê dizanin û ji bo wê dua dikin, belkî çareyeke baştir heye. Û dibe ku hin tiştên ku em dixwazin ne li gor armanca Yehowa ne (1. Yûhena 5:14). Mesela, ka bala xwe bide serpêhatiya dê û bavekî ku ji Yehowa dixwest ku zarokên wan di rêya rastiyê de bimînin. Ev daxwaza wan ewilî maqûl xuya dike. Lê Yehowa zorê nade tu kesî ku jê re xizmetê bike. Ew dixwaze ku her kes, heta zarokên me jî, ji dil ji wî re îbadetê bikin (5. Mûsa 10:12, 13; 30:19, 20). Loma, dê û bav dikarin ji Yehowa bixwazin ku gotinên wan bigihîjin dilê zarokên wan. Bi vî awayî, ew dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew ji Yehowa hez bikin û bibin dostê wî (Methelokên Silêman 22:6; Efesî 6:4). w23.11 21 par. 5; 23 par. 12
Roja Duşemê, 21 Tîrmeh
Di ber dilê hev de werin (1. Selanîkî 4:18).
Çima muhîm e ku em dilê hevdû ava bikin, û ev yek çawa hezkirina me nîşan dide? Li gor çavkaniyekê, peyva ku Pawlosê şandî di vê ayetê de bi kar aniye tê maneya ku kesek “di rojên zehmet de li kêleka yekî disekine û cesaretê dide wî”. Dema ku em di rojên reş û tarî de dilê xwişk yan birayekî xweş dikin, em alî wî dikin ku ew dîsa rabe ser piyan û li ser rêya jiyanê dewam bike. Her cara ku em di ber dilê kesekî de diçin, em hezkirina xwe nîşanî wî didin (2. Korîntî 7:6, 7, 13). Dilşewatî û teselîkirin bi hev ve girêdayî ne. Yekî dilşewat dixwaze qewetê bide kesên din û xem û derdên wan siviktir bike. Yanî pêşîn dilê me bi kesekî dişewite û dû re em di ber dilê wî de diçin. Gotinên Pawlosê şandî bala me dikişînin ser vê girêdanê. Pawlos Yehowa wek “Bavê dilovaniyê û Xwedayê hemû handanê [teseliyê]” bi nav kir (2. Korîntî 1:3). w23.11 9-10 par. 8-10