KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 10/1 rûp. 5
  • Çira Xwedê Dixwaze ku Em Wîra Dua Bikin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Xwedê Dixwaze ku Em Wîra Dua Bikin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Ew mecalê dide me ku em bibine dostên wî.
  • Xwedê dixwaze alî we bike.
  • Meriv hewcê ruhanî ne.
  • Gelo Xwedê Duayên Te Dibihê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Gelo Yehowa duayên me dibihê?
    Guh Bide Xwedê û Bijî Heta-Hetayê
  • Çira Ez Gerekê Xwedêra Dua Bikim?
    Pirsên Cahila
  • Bi saya Dua Nêzîkî Xwedê be
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 10/1 rûp. 5

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO HEYE KARA DUA?

Çira Xwedê Dixwaze ku Em Wîra Dua Bikin

Ew mecalê dide me ku em bibine dostên wî.

Heval tevî hev xeberdidin, seva ku heleqetiya wan baş be. Xwedê dixwaze ku em tevî wî xeberdin, çimkî ewî xwexa mera rê vekir ku heleqetiya meye baş tevî wî hebe. Xwedê dibêje: “Hûnê bangî min bikin û hûnê herin û ji minra dua bikin û ezê we bibihîzim” (Yêremya 29:12). Hergê hûn tevî Xwedê xeberdin hûnê “nêzîkî Xwedê bibin, û ew jî wê nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:8, ÎM). Kitêba Pîroz mera îzbat dike ku: “Xwedê nêzîkî wan hemûyan e, ku bang [gazî] dikinê” (Zebûr 145:18, ÎM). Çiqas zef em Xwedêra dua dikin, haqas zef heleqetiya me tevî wî hê mezin dibe.

“Xwedê nêzîkî wan hemûyan e, ku bang [gazî] dikinê” (Zebûr 145:18, ÎM).

Xwedê dixwaze alî we bike.

Îsa got: “Ji we kîjan e ew meriv, ku kurê wî nan jê bixwaze, ew kevir bidê? Yan jî mesî bixwaze, ew mer bidê? Hûn . . . zanin tiştêd qenc bidine zarêd xwe, lê Bavê weyî ezmana wê çiqas tiştêd qenc bide ewêd ku ji wî dixwazin” (Metta 7:9-11). Belê, Xwedê dixwaze ku hûn wîra dua bikin çimkî ew “bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7). Ew hela hê dixwaze ku hûn problêmên xwe jî wîra gilî kin. Kitêba Pîroz dibêje: “Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be” (Fîlîpî 4:6).

Meriv hewcê ruhanî ne.

Êkspêrta ku psîkolojiya meriva lêkolîn dikin, dîna xwe dane ku bi seda mîlyona meriv texmîn dikin ku hewcê duakirinê ne. Nava wan merivada hene hela hê atêîst û agnostîk jî.a Ev yek îzbat dike ku meriv hatine efirandinê bi hewcetiya ruhanî. Îsa şirovekir ku meriv gerekê fem kin, ku ewana hewcê rêberiya Xwedê ne, lema ewî got: “Xwezî bi wan yên ku bi ruh belengaz in” (Metta 5:3, ÎM). Û ewê hewcetiyê em dikarin razî kin çaxê timê tevî Xwedê xeberdin.

Hergê em Xwedêra dua bikin, emê çi karê bistînin?

a Sala 2012 bi saya pirskirina “Piyû Sentra Lêkolînkirinê” eyan bû, ku di Dewletên Yekbûyîda 11 selef atêîst û agnostîk, lape kêm mehê carekê dua dikin.

Çi Dikeve Nava Duakirinê?

Kitêba Pîroz dide kifşê, ku em dikarin dua kin derheqa her dereceke jîyîna meda. Dikare bikeve nava duakirinê ev tişt:

  • Tobekirin “Min gunên xwe ji tera eşkere kir û sûcê xwe ji te veneşart” (Zebûr 32:5, AB).

  • Spasdayîn “Ya Xudan ji tera spaskirin” (Zebûr 92:1, ÎM).

  • Pesindayîn “Ezê hergav, şikir bikim ji bo Xudan, pesnê wî ji devê xwe dernaxim tu caran ” (Zebûr 34:1, ÎM).

  • Hîvîkirin bona Rêberiyê “Rêberiya min bike li gor emirên xwe, çimkî ez ji wan zewqê distînim” (Zebûr 119:35, ÎM).

  • Hîvîkirin bona Qewatê “Li min bizivire û li min were remê, hêza [qewata] xwe bide evdê xwe” (Zebûr 86:16, ÎM).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin