Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Çi diqewime paşî mirinê?
HINEK MERIV BAWER DIKIN ku paşî mirinê em berdewam dikin dijîn bedeneke dinda, lê hinek bawer dikin ku mirin kutasiya her tiştî ye. Lê hûn çi bawer dikin?
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE
“Mirî . . . tiştekî nizanin” (Waîz 9:5). Çaxê meriv dimire jîyîna wî kuta dibe.
DÎSA ÇI EM PÊDIHESIN JI KITÊBA PÎROZ?
Merivê pêşin Adem, paşî mirinê vegeriya axê (Destpêbûn 2:7; 3:19). Usa jî her kesê din kê dimire vedigere axê (Waîz 3:19, 20).
Paşî mirinê meriv aza dibin, dêmek gunê wan tê baxşandin (Romayî 6:7). Meriv paşî mirinê nayêne cezakirinê seva gunên xwe.
Gelo mirî dikarin dîsa bijîn?
HÛNÊ ÇI BÊJIN?
Erê
Na
Dibeke
KITÊBA PÎROZ DIBÊJE
“Hemû heq û neheqê ji mirinê rabin” (Karên Şandiya 24:15).
DÎSA ÇI EM DIKARIN PÊBIHESIN JI KITÊBA PÎROZ?
Kitêba Pîroz gelek car mirinê beramberî xewê dike (Yûhenna 11:11-14). Xwedê dikare meriva ji mirinê rake, bi wî cûreyî çawa ku em dikarin meriva ji xewê rakin (Îbo 14:13-15).
Di Kitêba Pîrozda hatiye lêkirinê hine meselê saxkirinê, kîjan gumanê dide me wekî bawer kin ku merivê mirî wê bêne saxkirinê (1 Padşatî 17:17-24; Lûqa 7:11-17; Yûhenna 11:39-44).