Serhatî 23
Xewnêd Firewin
MEYÎGAR derheqa Ûsiv lap bîr kiribû. Îda du sal derbaz bûn, lê Ûsiv hê di kelêda ne. Lê zanî çi qewimî paşê? Hela binihêre ser şikil. Firewin razaye û xewnêd xweda tiştêd usa divîne, nêt û hesavê kîjanî ew nizane, lê gele dixwaze pêbihese. Sibeh zû ewî gazî hemû zandarêd xwe kir û xewnêd xwe wanara gilî kir. Lê tu kes nikaribû şirovekira nêtê van xewna.
Îjar, axiriya-axiriyêda Ûsiv kete bîra meyger. Ewî gote Firewin: “Çaxê ez di kelêda bûm wê derê min mêrek nas kir, yê ku xewna şirovedikir”. Firewin ferman da ku Ûsiv ji kelê derxin û bînine vira.
Firewin xewnêd xwe Ûsivra gilî dike: “Min heft çêlekêd xort û bedew dît. Usa jî heft çêlekêd gele jar û zirav. Ewêd jar, wan çêlekêd xort dixwarin.
“Li xewna duda min li ser çiqilê genimê, heft simbilêd tije dît. Paşê min dîsa jî heft simbilêd genimê dît, yê ku gele zirav û ziha bûn. Min dîna xwe dayê, ku ewêd zirav û ziha destpêkirin simbilêd tije û baş bixwin”.
Ûsiv gote Firewin: “Nêta van her du xewna yeke. Heft çêlekêd xort û heft simbilêd tije, tên hesavê heft sal. Lê heft çêlekêd jar û heft simbilêd ziha, heft salêd din têne hesavê. Dêmek, heft salêd pêşiyê di Misirêda wê bereketa xwarinê be. Lê heft salêd paşin wê xelayê û kêmasiya xwarinê bîne”.
Lema jî Ûsiv gote Firewin: “Mêrekî serwaxt xwera bijbêre, ku bikaribe nava heft salêd baş xwarinê top ke, wekî di nava heft salêd xiravda merî birçiya nemirin”.
Ev nêt dilê Firewin xweş hat. Ewî Ûsiv kivş kir ça serwêr, ku xwarinê top ke û xwey ke. Serkarê temamiya Misirê, pêşê Firewin bû paşê jî Ûsiv. Ew bû merîkî mezin.
Heyşt sal derbaz bûn û birçîbûn îda destpêbû. Derbekî Ûsiv divîne ku çend mêr têne berbi wî. Tu zanî ew kî ne? Belê, ew 10 birêd wî ne! Bavê wan Aqûb wana şande Misirê, ku ewana xwarin dest xin, çimkî xwarina wan xilaz bibû. Ûsiv birêd xwe nas kir, lê wana Ûsiv nas nekir. Zanî çira? Çimkî Ûsiv îda mezin bû û kincê wî jî cûrekî mayîn bû.
Wî çaxî xewnek hate bîra Ûsiv, yê ku ewî di biçûktayêda dîtibû. Tê bîra te, ku Ûsiv dîtibû wekî birêd wî wê serê xwe li ber wî berjêr kin. Niha îda Ûsiv fem kir çira ew hate Misirê, ku ev yek bi qirara Xwedê qewimî, wekî nêta wîye baş bê serî. Gelo niha Ûsiv wê çi bike? Ka em pêbihesin.
Destpêbûn 41:1-57; 42:1-8; 50:20.