PIRSÊN CAHILA
Ez Ça Dikarim Rind Dîna Xwe Bidime Tiştekî?
Çima minra çetin e rind dîna xwe bidime ser tişta?
“Berê min hê zêde kitêb dixwendin, lê niha gava ez abzasên dirêj divînim, xwestina min xwendinêra unda dibe”—Îlana.
“Mesele, hergê vîdêok dirêj dikişîne, ez teyax nakim û lezaya wê zêde dikim”—Mîranda.
“Çaxê ez şixulekî ferz dikim û divînim wekî sms hate ser têla min, minra îda çetin e hişê xwe bidime ser şixulê xwe. Ez tenê derheqa vê yekê difikirim, ku minra çi nivîsîn?”—Canê.
Hine meriv difikirin wekî hacetên elektronîk riya meriya digirin, ku bi temamî dîna xwe bidine şixulên xwe. Nivîskar û lêkolînkar Nîkolas Kar usa dibêje: “Çiqas hê zêde em hacetên elektronîk didine xebatê, haqas em hiş-aqilê xwe tembel dikin û dîna me timê direve cîkî din. Dêmek em derbêra înformasiyayê qebûl dikin, lê nêta wê fem nakin”.a
Dîna xwe bidine sê meselên wê yekê, çaxê hacetên elektronîk hiş-aqilê meriva direvînin.
Wedê xeberdanê. Kulfeteke cahil bi navê Mariya dibêje: “Hine meriv çaxê tevî kesekî xeber didin, wê demê him sms dinivîsin, him têla xweda lîstika dilîzin yan jî deng-besa dinihêrin. Dêmek, ewana pakî dîna xwe nadine merivê ku tevî wan xeber dide”.
Dersxanêda. Kitêbekêda usa nivîsar e: “Gelek şagirt dibêjin, wekî wedê dersên mektebê ewana hacetên elektronîk didine xebatê, sms dinivîsin, yan jî întêrnêtêda û malperên sosiyalîda tiştekî dinihêrin”. Dêmek, şagirt hacetên elektronîk, “ne bona hînbûnê” didine xebatê (Digital Kids).
Wedê hazirkirina dersên mektebê. Krîs, yê ku 22 salî ye dibêje: “Minra tiştekî lapî çetin ew e, wekî gava dengê têlê tê, lê nenihêrim”. Hergê em timê dîna xwe bidine hacetên elektronîk, hazirkirina dersên mektebê wê ne ku sihetekê bikişîne, lê sisê yan hê zêde sihet.
Fikira sereke: Wê tera çetin be hiş-aqilê xwe bidî ser şixulê xwe, hergê timê dîna te ser hacetên teye elektronîk e.
Hergê dîna te diçe ser tiştekî din, mejiyê te wê bibe mîna hespê beyanî, kîjanî çetin e kontrol kî
Çi bikim wekî hiş-aqilê min nereve cîkî din?
Wedê xeberdanê. Kitêba Pîroz dibêje: “Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlîpî 2:4). Rind guhê xwe bide van meriva, yên ku tera xeber didin. Wedê xeberdanê wana binihêre, ne ku têla xwe.
“Ser xwe bixebite wekî çaxê tevî kesekî xeber didî, têla xwe nenihêrî. Hindava wî kesî qedir bide kifşê û rind guhê xwe bide wî”—Tomas.
ŞÎRET: Wedê xeberdanê, têla xwe ber çevê xwe hilde. Lêkolînkar dibêjin, ku gava têl ber çeva ye, merivara diha çetin e guh bidin kesekî, çimkî ew bê hemdê xwe hîviya dengê têlê ne.
Dersxanêda. Kitêba Pîroz dibêje: “Ser wan tiştên ku hûn dibihên bifikirin” (Lûqa 8:18). Dêmek, bira dîna te pêda ser hînbûnê be. Hergê mektebêda Întêrnêt heye, wedê dersê sms nenihêre, lîstika nelîze û kesekîra nenivîse.
“Dersxanêda rind guhê xwe bide dersa. Tiştên ku tu dixwazî bîra xweda xwey kî, xwera binivîse. Hergê dibe, dersxanêda ser sifra pêşiyê rûnê, wekî dîna te nereve ser tiştên din”—Karîn.
ŞÎRET: Çi ku tu dixwazî bîra xweda xwey kî, ser kaxaz binivîse, ne ku têla xweda. Bi gotina lêkolînkara, usa hiş-aqilê te wê nereve ser tiştên din, û tuyê diha rind dersê bîra xweda xwey kî.
Wedê hazirkirina dersên mektebê. Kitêba Pîroz dibêje: “Serwaxtîyê bistîne, aqil bistîne” (Metelok 4:5). Tu gerekê ne ku leze-lez û sera-bera dersên xwe hazir kî, lê bixebite wekî ser bifikirî û rind fem bikî.
“Çaxê ez dersên mektebê hazir dikim, ez têla xwe datînim ser rêjîma teyarê, seva ku pêda dîna xwe bidime ser dersê. Ez nanihêrim hela minra sms hatin yan na. Hergê tiştekî ferz dikeve bîra min, ez derbêra xwera ser kaxaz dinivîsim”—Krîs.
ŞÎRET: Îzbat be wekî ew cî, kîderê tu dersên xwe dikî, rihet e û hiş-aqilê te ji hînbûnê nerevîne. Bira ew cî temiz û cîwar be.
a Ji kitêba Çawa Întêrnêt ser Hiş-Aqilê Me Hukum Dibe.