KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr19 Mijdar rûp. 1-8
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2019)
  • Binserî
  • 4-10 MIJDARÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 YÛHENNA 1-5
  • “Dinyayê Hiz Nekin, ne jî Wan Tiştêd ku Dinyayêda ne”
  • w05 1/1 10 ¶13
  • Çev Bide Îsa
  • w13 15/8 27 ¶18
  • Hûn Gerekê Merivne Çi Cûreyî bin
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w13 15/9 10 ¶14
  • Şîretên Yehowa Kêrhatî ne
  • it-1 862 ¶5
  • Baxşandin
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 11-17 MIJDARÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 YÛHENNA 1-CIHÛDA
  • “Her Tiştî Bikin ku Rastiyêda Bimînin”
  • w04 15/9 11-12 ¶8-9
  • “Yektiya Xudanda Qewat bin”
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-2 279
  • Mesrefên Hizkirinê
  • it-2 816
  • Zinar
  • wp17.1 12 ¶1
  • “Ew li Xwedê Xweş Hatibû”
  • wp17.1 12 ¶3
  • “Ew li Xwedê Xweş Hatibû”
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 18-24 MIJDARÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EYANTÎ 1-3
  • “Ez Haş ji Kirêd te . . . Heme”
  • w12 15/10 14 ¶8
  • Hûn Çi Ruhî Didine Kifşê?
  • w12 15/4 29 ¶11
  • Yehowa bona Xilazbûnê, Me Xwey Dike
  • w01 15/1 20-21 ¶20
  • Tevî Teşkîleta Yehowa Bimeşe
  • Xizna Kitêba Piroz Bigerin
  • kr 226 ¶10
  • Padşatiya Xwedê, Dijmina Ret Dike
  • w09 15/1 31 ¶1
  • Fikirên Sereke ji Kitêba Eyantî
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 25 MIJDARÊ-1 KANÛNA PÊŞIN
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EYANTÎ 4-6
  • “Derketina Çar Siyara”
  • wp17.3 4 ¶3
  • Çar Siyar bi Rastî Kî ne?
  • wp17.3 4 ¶5
  • Çar Siyar bi Rastî Kî ne?
  • wp17.3 5 ¶2
  • Çar Siyar bi Rastî Kî ne?
  • wp17.3 5 ¶4-5
  • Çar Siyar bi Rastî Kî ne?
  • wp17.3 5 ¶8-10
  • Çar Siyar bi Rastî Kî ne?
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • re 76-77 ¶8
  • Textê Yehowayî Ezmên yê Herî Jorin
  • re 80 ¶19
  • Textê Yehowayî Ezmên yê Herî Jorin
  • cf 36 ¶5-6
  • “Va Şêrê ji Qebîla Cihûda”
  • Xwendina Kitêba Pîroz
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2019)
mwbr19 Mijdar rûp. 1-8

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

4-10 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 YÛHENNA 1-5

“Dinyayê Hiz Nekin, ne jî Wan Tiştêd ku Dinyayêda ne”

(1 Yûhenna 2:15, 16) Dinyayê hiz nekin, ne jî wan tiştêd ku dinyayêda ne. Heger yek dinyayê hiz dike, hizkirina Bavê nava wîda tune. 16 Çimkî her tiştêd ku dinyayêda ne, dilhavijî, çevhavijî û kubar-babaxiya vî emirî ye, ew ne ji Bavê ne, lê ji vê dinyayê ne.

w05 1/1 10 ¶13

Çev Bide Îsa

13 Hinek meriv dikarin bêjin, wekî ne hemû tiştên vê dinyayê xirab in. Hergê usa be jî, ev dinya û tiştên wê dikarin dîna me ji xizmetkirina Yehowara bikişînin ser xwe û nikarin me nêzîkî Xwedê kin. Lema jî hergê em destpêkin tiştên dinyayê hiz kin, îlahî ew çi ku ne xirab in jî, usa em dikarin xwe bikine qeziyê (1 Tîmotêyo 6:9, 10). Xêncî wê yekê, gelek tiştên vê dinyayê, ev zulmî ne û dikarin ser me xirab hukum kin. Hergê em sînema dinihêrin yan jî bernemên têlêvîziyonê, kîderê ku bênamûsî, zulmî û perehizî kifş dibe, ev zulmî bona me dikare bibe ça tişteke tebiyetî û emê bikevin ber bayê wê. Lê hergê em hevaltiyê dikin tevî wan meriya, seva kîjana hebûn diha qîmet e û ewana hizreta bîznêsê ne, hingê nêtên wan dikarin ser me jî hukum bin (Metta 6:24; 1 Korintî 15:33).

(1 Yûhenna 2:17) Dinyayê jî derbaz be, havijiya wê jî, lê ewê ku emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne.

w13 15/8 27 ¶18

Hûn Gerekê Merivne Çi Cûreyî bin

18 Dîsa tiştek dikare alî me bike, wekî miqabilî “tiştêd ku dinyayêda ne” derên ew giliyê Yûhenna ne: “Dinyayê jî derbaz be, havijiya wê jî, lê ewê ku emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne” (1 Yn. 2:17). Dinya Şeytan usa tê kifşê, ku tê bêjî ev wê heta-hetayê bimîne. Lê rojekê ewê kuta be. Hergê em fem dikin, ku her tiştên dinya Şeytan wedelû ne, ev yek wê alî me bike nekevin telikên wî.   

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(1 Yûhenna 2:7, 8) Delalno, ne ku temîke nû ez wera dinivîsim, lê wê temiya kevine ku hûn berê pêşda zanin. Temiya kevin ew xeber e, ya ku we pêşda bihîstiye. 8 Lê belê temîke nû ez wera dinivîsim, ku rastiya wê yekê çawa nava wîda xuya dibe, usa jî nava weda. Çimkî terî derbaz dibe û ronaya rast îdî ronayê dide.   

w13 15/9 10 ¶14

Şîretên Yehowa Kêrhatî ne

14 Nivîsarên Yûnanîda, gelek car şîreteke usa tê dayînê, ku hevdu hiz bikin. Îsa got, wekî temiya duda ya sereke ev e: “Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (Mt. 22:39). Usa jî birê Îsa, Aqûb hizkirin nav kir ça “qanûna Padşatiyê” (Aqb. 2:8). Yûhennayê şandî nivîsî: “Delalno, ne ku temîke nû ez wera dinivîsim, lê wê temiya kevine ku hûn berê pêşda zanin” (1 Yn. 2:7, 8). Yûhennayê şandî çi dixwest bigota, gava got “temiya kevin”? Ewî dixwest bigota derheqa vê temiyê ku hev hiz bikin. Ew bi vê nêtê “kevin bibû”, çimkî Îsa bi deha sala pêşda dabû. Lê ev usa jî “nû bû”, çimkî hêlan dikir bi dil hizkirinê bidine kifşê, kîjan ku wê derecên tezeda kêrî şagirta bihata. Lema jî em ça şagirtên Mesîh, qîmet dikin şîretên wî, ku alî me dikin xwe biparêzin ji xwehiziya vê dinyayê. Çimkî ev xwehizî dikare hizkirina me hindava hevalên meda, bitemirîne.

(1 Yûhenna 5:16, 17) Heger yek bibîne ku birê wî gunek kiriye, lê nabe berbi mirinê, bira bona wî dua bike û Xwedê wê jiyînê bide wî. Ez vê yekê hindava wanda dibêjim, kîjanêd ku gunê berbi mirinê nakin. Gune heye ku dibe berbi mirinê. Ez nabêjim, ku bona vê yekê dua bikin. 17 Hemû neheqî gune ye, lê gune heye ku nabe berbi mirinê.

it-1 862 ¶5

Baxşandin

Ferz e ku em Xwedêra dua bikin, wekî ew gunên meriva bibaxşîne, û usa jî gunên temamiya civatê. Mesele, Mûsa seva cimeta Îsraêlê Xwedêra dua dikir, û lavaya wî dikir ku gunên wan bibaxşîne. Yehowa duayê wî bihîst (Jm. 14:19, 20). Wedê tesmîlkirina paristgehê jî, Silêman duakirinêda gote Yehowa, ku ew bibaxşîne cimeta xwe, hergê ewana guna bikin û paşê gunên xwe bînin riyê xwe (1 Pd. 8:30, 33-40, 46-52). Ezra ji navê Cihûyên ku ji dîltiyê vegeriya bûn, Xwedêra dua kir û seva gunên wan baxşandin xwest. Duayê wîyî bi dil û xeberdana wî tevî Cihûya, cimet hêlan kir, baxşandinê bixwazin (Ez. 9:13-10:4, 10-19, 44). Aqûb, merivê ruhanîda sist, hêlan dikir, wekî ew gazî rûspiyên civatê ke, seva ku ewana ser wîda dua bikin. Û “heger gunek jî kiribe, wê wî bê baxşandinê” (Aqb. 5:14-16). Çi jî hebe “gune heye ku dibe berbi mirinê”, kîjan ku miqabilî ruhê pîroz e. Dêmek gunê ku meriv bi hemdê xwe dike û seva kîjanî ku baxşandin tune. Bona merivên usa Mesîhî gerekê dua nekin (1 Yn. 5:16; Mt. 12:31; Îbr. 10:26, 27; binihêre GUNE, RUH).

Xwendina Kitêba Pîroz

(1 Yûhenna 1:1-2:6) Em ser wê yekê wera dibêjin, çi ku serê sêrîda hebû, me ew yek bihîst, bi çevê xwe dît, li wî nihêrî û dest dane wî: Ew Xebera jiyînê ye. 2 Jiyîn eyan bû, me ew dît, em şedetiyê didin û bona wê jiyîna heta-hetayê wera dibêjin, ya ku cem Bavê bû û meva eyan bû. 3 Ew tiştê ku me dît û bihîst em wera jî dibêjin, wekî hûn jî meva tevgirêdayî bin û ev tevgirêdana me jî tevî Bav û Kurê wî Îsa Mesîh e. 4 Em van tişta wera dinivîsin, wekî şabûna me* temam be. 5 Ev e ew gotina ku me ji wî bihîst û elamî we dikin, ku Xwedê ronayî ye û tu terî wîda tune. 6 Heger em bêjin: “Em Xwedêva tevgirêdayî ne”, lê teriyêda bigerin, em derewa dikin û rastiyê nakin. 7 Lê heger em ronayêda bigerin, çawa ku ew ronayêda ye, emê hevva tevgirêdayî bin û xûna Îsayê Kurê wî wê me ji hemû guna paqij ke. 8 Heger em bêjin: “Gunê me tune”, em xwexa xwe dixapînin û rastî nava meda tune. 9 Lê heger em gunêd xwe bidine rûyê xwe, ew xweyê sozê xwe ye û heqiyê dike, wê gunêd me bibaxşîne û me ji hemû neheqiya paqij ke. 10 Heger em bêjin: “Me gune nekiriye”, em wî derewîn derdixin û xebera wî ne nava meda ye.

2 Zarokêd min, ez vê yekê wera dinivîsim, wekî hûn guna nekin, lê heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye. 2 Ew e mecala baxşandina gunêd me û ne ku tenê gunêd me, lê gunêd temamiya dinyayê jî. 3 Bi wê yekê em zanin ku em wî nas dikin, heger em temiyêd wî biqedînin. 4 Yê ku dibêje: “Ez wî nas dikim”, lê temiyêd wî naqedîne, ew derewîn e û rastî nava wîda tuneye. 5 Lê yê ku xebera wî diqedîne, hizkirina Xwedê rast nava wîda temam e. Bi vê yekê em zanin ku em nava wîda ne: 6 Ewê ku dibêje: “Ez nava wîda me”, gerekê usa bijî, çawa Îsa jît.

11-17 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 YÛHENNA 1-CIHÛDA

“Her Tiştî Bikin ku Rastiyêda Bimînin”

(Cihûda 3) Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye tomerî wera binivîsim, hingê min rê têra dît bona vê yekê wera binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê baweriya ku carekê bona her tim cimeta Xwedêra hatiye dayînê, şerê xwe bikin.

w04 15/9 11-12 ¶8-9

“Yektiya Xudanda Qewat bin”

8 Em haş ji hunurên Şeytan hene, çimkî Nivîsarên Pîroz telikên wî eşkere dikin (2 Korintî 2:11). Mesele Şeytan gelek qezî anî serê Îbo. Aliyê aboriyêda halê wî gelek xirab bû, ewî usa jî merivên xweye nêzîk unda kir, aliyê malbeta xweda rastî miqabilîbûnê hat, giran nexweş ket, him jî ew mecbûr bû guh bide hevalên xwe yên ku wî rezîl dikirin. Îbo gelek dilteng bû, û ewî tirê Xwedê ew hîştiye (Îbo 10:1, 2). Hemikî em nikarin bêjin, wekî problêmên vî cûreyîda timê Şeytan neheq e. Telî-tengiyên vî cûreyî têne serê gelek Mesîhiya, û Mîrê-cina evê yekê seva kara xwe dide xebatê.

9 Van rojên axiriyêda baweriya me hemû aliyava tê cêribandinê. Em dijîn dinyake usada, kîderê ku meriv gelek dîna xwe didine tiştên matêrîalî û qe derheqa ruhanî nafikirin. Têlêvîziyonêda û rojnemada, tiştên bênamûsî ça tiştên hewas eyan dikin, ku yançi meriya bextewar dikin, lê eyan nakin ku bi rastî ew çiqas kul-derda û êşê tîne. Û heçî zef meriv jî bûne “rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz” (2 Tîmotêyo 3:1-5). Seva ku ev nihêrandina nerast li ser ruhaniya me hukum nebe, em gerekê baweriya xwe biparêzin (Cihûda 3).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Cihûda 4) Çimkî çend meriv dizîva ketine nava we, ku derheqa dîwana wanda hê pêşda nivîsar bû. Ewêd nepak bin navê kerema Xwedêyê me xwe dane bênamûsiyê û Xudanê me Îsa Mesîh Xweyîkî bêşirîkî-bêheval înkar kirine.

(Cihûda 12) Evana mesrefêd hizkirina* weda leke ne, tevî we bê xof dixwin-vedixwin, tenê zikê xwe diçêrînin. Yêd ha, ewrêd bêave ji ber bê çûyî ne, darêd payîzêye bêber in, rawava rakirî, du car hişk bûyî,   

it-2 279

Mesrefên Hizkirinê

Di Kitêba Pîrozda nayê şirovekirinê ku ew mesref çi cûreyî û çiqas car derbaz dibûn (Cihûda 12). Ne Xudan Îsa Mesîh ne jî şagirta temî nedabûn, wekî wan mesrefa derbaz kin. Lema jî ne eseyî bû ev yek bikirana qeyde. Li gora nihêrandina hineka, ev mesref dihatine hesabê vekirina sifira, kîjan ku Mesîhiyên dewletî dikirin û bawermendên xweye kesîb teglîf dikirin. Wêderê êtîm, jinebî, dewletî û kesîb dikaribûn tevayî bixwarana û tevî hev şabûn bistandana.

it-2 816

Zinar

Xebera Yûnaniye din, spîlas, tê hesabê zinarê binê berê. Cihûda evê xeberê dide xebatê, gava xeber dide derheqa merivên, ku ketibûn civata Mesîhiya û li ser yên dinêna xirab hukum dibûn. Mîna zinarên binê berê, kîjan ku bona gemiya xof in, ew meriv jî bona civatê xof bûn. Cihûda derheqa wana dibêje: “Evana mesrefêd hizkirina weda leke ne, tevî we bê xof dixwin-vedixwin” (Cihûda 12).

(Cihûda 14, 15) Henox jî ku pey Ademra bavê hefta bû, bona van meriva pêxembertî kir û got: “Va ye Xudan tevî pîrozêd xweye bêhesab tê, 15 wekî dîwana hemûya bike û hemû nepaka neheq ke, bona hemû kirêd wane nepak û bona wan hemû gotinêd xirab, ku nepakêd gunekar hindava wîda xeber dan”.

wp17.1 12 ¶1

“Ew li Xwedê Xweş Hatibû”

Lê pêxembertiya Henox derheqa çi bû? Em dixûnin: “Va ye, Xudan bi deh hezarên xwe yên pîrozva hat, da ku dîwana hemûyan bike û ji bo hemû kirinên nepak ku wan bi nepakiyê kirine û ji bo hemû tiştên hişkyên ku gunehkarên nepak li hember Xudan gotine, bala her yekî bikişîne ser sûcê wî” (Cihûda 14, 15, ÎM). Dibe ku we dîna xwe dayê, ku Henox wedê derbazbûyîda xeber daye, ça bêjî Xwedê îda hatiye û nêta xwe tîne sêrî. Ew mesela wê yekê ye ku hemû pêxembertiyên din jî gerekê bihatana sêrî. Nêta wê yekê ew e: Pêxember xeber dide derheqa tiştekî ku gerekê biqewime, lê usa gilî dike ça bêjî îda hatiye sêrî (Îşaya 46:10).

wp17.1 12 ¶3

“Ew li Xwedê Xweş Hatibû”

Baweriya Henox dikare me hêlan ke ji xwe bipirsin, hela em ser vê dinyayê usa dinihêrin, çawa ku Xwedê dinihêre. Elametiya ku Henox derheqa kutakirina dinya zulm got, heta îro qewatêda ne. Li gora elamkirina Henox, Yehowa Sêlav anî ser dinya bêxwedêtî wedê Nuhda. Lê ev kutakirin, bû mesele seva kutakirina mezin ku wê bibe (Metta 24:38, 39; 2 Petrûs 2:4-6). Çawa berê, wedê meda jî Xwedê tevî hezarên xweye pîroz wê evê dinya bêxwedê sûcdar ke. Her kes ji me gerekê giliyên Henox hilde hesab û yên dinênara jî elam ke. Dibe ku malbet û hevalên me wê tevî me qayîl nîbin. Carna dibeke em jî xwe tenê texmîn kin. Yehowa tu cara Henox nehîştibû; ewê ne jî xizmetkarên xweyî amin îro bihêle!

Xwendina Kitêba Pîroz

(2 Yûhenna 1-13) Ji berpirsiyarê civînê, Xanima bijartî û zarêd wêra, kîjana ku ez bi rastiyê hiz dikim, ne ku tenê ez, lê ew hemû jî, yêd ku rastiyê nas dikin, 2 çimkî ew rastî nava meda dimîne û heta-hetayê wê tevî me be. 3 De bira rem, kerem û edilayî ji Bav Xwedê û Îsa Mesîhê Kurê Bavê, bi rastiyê û hizkirin mera be. 4 Ez pir şa bûm, ku min ji zarêd te hinek dîtin, yêd ku nava rastiyêda dijîn, li gora wê temiya ku me ji Bavê standiye. 5 Niha ez hîvî ji te dikim, Xanimê, ez temîke nû tera nanivîsim, lê ya ku berê pêşda li me hebû, ku em hemû hevdu hiz bikin. 6 Hizkirin ev e, ku em li gora temiyêd wî bijîn. Temî ew e, ya ku we hê berê pêşda bihîstiye, wekî hûn hizkirinêda bijîn. 7 Gelekêd ku xelqê ji rê derdixin hatine dinê, ew Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar nakin. Yêd aha xelqê ji rê derdixin û eksîmesîh in. 8 Hûn haş ji xwe hebin, wekî hûn keda xwe unda nekin, lê heqê xwe temam bistînin. 9 Her kesê ku xwe pêşda davêje û nava hînkirina Mesîhda namîne, Xwedêyê wî tune. Yê ku nava hînkirina Mesîhda dimîne, bona wî Bav jî heye, Kur jî heye. 10 Heger yek bê cem we û vê hînkirinê neyne, hûn wî qebûl nekine malêd xwe û silavê nedine wî. 11 Çimkî kî silavê bide wî, ew tevî kirêd wiye xirab dibe. 12 Gelek tiştêd mine nivîsarê wera hene, lê min nexwest ser kaxazê bi hubirê binivîsim, çimkî gumana min heye ezê xwexa bême cem we û rû bi rû tevî we xeber dim, wekî eşqa me temam be. 13 Zarêd xûşka teye bijartî li te silav dikin.

18-24 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EYANTÎ 1-3

“Ez Haş ji Kirêd te . . . Heme”

(Eyantî 1:20) Sura van steyrka, yêd ku te destê minî rastêda dîtin, usa jî her heft şemdanêd zêrîn ev e: Ew her heft steyrk, milyaketêd her heft civîna ne û ew her heft şemdan, her heft civîn in.

w12 15/10 14 ¶8

Hûn Çi Ruhî Didine Kifşê?

8 Seva ku ruhê vî cûreyî nav meda pêşda neyê, em gerekê bîr nekin, ku di Kitêba Pîrozda, derheqa Îsa tê gotinê, wekî “destê wiyî rastêda heft steyrk” hene. “Steyrk” ev hene Mesîhiyên bi ruh kifşkirî, û ev hene rûspiyên civata. Îsa dikare rêberiya “steyrkên” ku destê wîda nin, usa bike çawa ku dixwaze (Eyantî 1:16, 20). Dêmek hemû safîkirinên rûspiya, bin kontrola Îsada nin, kîjan ku heye serê civata Mesîhiya. Herge kesek ji rûspiya hewcê rastkirinê ye, hingê ewê, çevên kîjanî ku “mîna alava êgir” e, wê evê yekê bivîne û xem bike, ku wededa bi xwestina Xwedê wî rast ke (Eyantî 1:14). Lê em qedirê wana digirin, kîjan ku bi ruhê pîroz hatine kifşkirinê, çimkî Pawlos nivîsî: “Guhdariya rêberêd xwe bikin û gura wanda bin. Ewana bona ruhê we xewê ji çevê xwe dikin, çimkî wê bona we cabdar bin. Bira ew wî şixulê xwe eşq û şa bikin, ne ku bi ofe-ofê, çimkî ew yek karê nade we” (Îbranî 13:17).

(Eyantî 2:1, 2) Milyaketê civîna Efesêra binivîse bêjê: Ewî ku heft steyrk destê wiyî rastêda û nava heft şemdanêd zêrînda digere, aha dibêje: 2 Ez haş ji kirêd te, xebata te û sebira te heme. Ez zanim ku tu nikarî li xiraba temûl kî. Te ew jî cêribandin, yêd ku xwe şandî hesab dikin, lê rast ne usa ne, te dît ku ew derewîn in.

w12 15/4 29 ¶11

Yehowa bona Xilazbûnê, Me Xwey Dike

11 Xewn-xeyalêda, kîjan ku kitêba Eyantî serê 2 û 3-da hatiye nivîsarê, Îsa Mesîhyê rûmetkirî, dîna xwe dide halê heft civatên Asya Biçûk. Ji vê xeyalê kifş e, wekî Mesîh ne tenê pêda şixulê civatê divîne, lê her dereceke konkrêt jî. Carna ew hela hê navê meriya jî hildide û her derecekêda seva tiştekî payê wan dide yan jî şîreteke lazim dide. Ev yek çi eyan dike? Li gora vê pêxembertiyê, heft civat têne hesabê Mesîhiyên bi ruh kifşkirî, yên ku paşî sala 1914 hatine kifşkirinê. Lê şîretên ku wan heft civatara hatine dayînê, îro bona hemû civata ne. Ji vê yekê em dikarin bêjin, ku Yehowa bi saya Kurê xwe rêberiyê cimeta xwe dike. Lê em çi gerekê bikin, seva ev yek mera kêrhatî be?

w01 15/1 20-21 ¶20

Tevî Teşkîleta Yehowa Bimeşe

20 Seva ku tevî teşkîleta Yehowa bimeşin, ya ku bi xîret pêşda diçe, em gerekê rola Îsa Mesîh qebûl kin, kîjanî ku Xwedê wek “serê civînê” kifş kiriye (Efesî 5:22, 23). Em usa jî gerekê dîna xwe bidine vê yekê, çi tê gotinê Îşaya 55:4-da: “A vay, min [Yehowa] wî bi şahdeyî ji gelanra, bi serokantî û mîrantî da gelan”. Eşkere ye, Îsa dikare rêberiyê bike. Ew berxên xwe û kirên wan rind zane. Çaxê ewî dîna xwe dida heft civatên Asya Biçûk, ewî pênc cara got: “Ez haş ji kirêd te . . . heme” (Eyantî 2:2, 19; 3:1, 8, 15). Îsa, mîna Bavê xwe Yehowa, haş hewcên me jî heye. Îsa pêşiya ku şagirt hînkirana ku dua bikin, got: “Berî xwestina we, Bavê we zane çi wera lazim e” (Metta 6:8-13).

Xizna Kitêba Piroz Bigerin

(Eyantî 1:7) Va ye ewrava ew tê. Her çevê wî bibîne, heta ewêd ku neksa wî qul kirin jî. Hemû miletêd dinyayê wê li ser wî şîn û keder bin. Belê. Amîn!

kr 226 ¶10

Padşatiya Xwedê, Dijmina Ret Dike

10 Elamkirina dîwankirinê. Hemû dijminên Padşatiya Xwedê, wê mecbûr bin bivînin qewimandinên, kîjan ku wê wana hê dilteng kin. Îsa got: “Hingê wê bibînin, Kurê Însan bi qewata mezin û rûmet ewrava tê” (Mq. 13:26). Ev qewata jorin wê bê hesabê, ku Îsa hatiye dîwana wana bike. Hê zêde bona vê dîwankirinê Îsa pêxembertiya xweye derheqa rojên axiriyêda gilî kir. Ev heye metelok derheqa “pêz” û “bizina” (Bixûne Metta 25:31-33, 46.) Ew merivên amin ku piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin, wê bêne elamkirinê ça “pez”. Ewana wê serê xwe hilbirin, çimkî wê fem bikin ku xilazbûna wan îda nêzîk e (Lq. 21:28). Lê dijminên Padşatiyê, wê bêne elamkirinê ça “bizin”. Ewana wê fem kin, ku wê bêne kutakirinê, lema jî wê “şînê bikin” (Mt. 24:30; Ent. 1:7).

(Eyantî 2:7) Ewê ku guhêd wî hene, bira bibihê ku Ruh çi dibêje civîna. Ewê ku serkeve, ezê îzinê bidime wî, wekî ji wê dara jiyînê bixwe, ya ku buhişta Xwedêda ye.

w09 15/1 31 ¶1

Fikirên Sereke ji Kitêba Eyantî

2:7: Çi ye “buhişta Xwedê”? Hemikî ev gilî bona yên bi ruh kifşkirî tê gotinê. Lê xebera “buhişt”, li vir tê hesabê buhişta ezmana, dêmek ciyê Xwedê. Kifşkiriyên amin wê xelatê bistînin. Ewana wê ji “dara jiyînê” bixwin. Hingê mirinê li ser wan hukum nebe (1 Kr. 15:53).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Eyantî 1:1-11) Eva eyantiya Îsa Mesîh e, kîjan Xwedê da wî, wekî ew wan tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamêd wî ke. Îsa pê destê milyaketê xwe şand û elamî xulamê xwe Yûhenna kir. 2 Yûhenna jî şedetiya her tiştêd ku wî dîtibûn da, awa gotî şedetiya gotina Xwedê, usa jî şedetiya elametiya Îsa Mesîhe rast. 3 Xwezî li wî, ku vê yekê bixûne û xwezî li wan, yêd ku van xeberêd pêxembertiyê bibihên û tiştêd ku vêda hatine nivîsarê dilê xweda xwey kin, çimkî wext nêzîk e. 4 Ji Yûhenna, her heft civînara, yêd ku qeza Asyayêda ne: Kerem û edilayiya wî li we be, Yê ku heye, Yê ku hebû, Yê ku wê bê û ji her heft ruhêd ku li ber textê wî ne, 5-6 usa jî ji Îsa Mesîhê şedê amin, nixuriyê ji nava miriya û serwêrê padşêd erdê. De bira rûmet û qudret wîra be heta-hetayê, yê ku me hiz dike û em pê xûna xwe ji gunêd me aza kirin û em kirin kahînêd padşatiyê, wekî Bavê wî Xwedêra em xizmetkariyê bikin. Amîn! 7 Va ye ewrava ew tê. Her çevê wî bibîne, heta ewêd ku neksa wî qul kirin jî. Hemû miletêd dinyayê wê li ser wî şîn û keder bin. Belê. Amîn! 8 “Ez Alfa û Omêga me”, Xudan Xwedêyê Hemû Zorayiyê dibêje, Yê ku heye, Yê ku hebû û Yê ku wê bê. “Yekî mîna însan” 9 Ez, Yûhennayê birê we me, yektiya Îsada heval-parê wê tengasiyê, padşatiya wî û sebira we me. Ez bona xebera Xwedê û şedetiya bona Îsa wê giravêda bûm, ku jêra Patmos dibêjin. 10 Roja Xudanda Ruhê Pîroz hate ser min û min li pişt xwe dengekî bilindî mîna dengê boriyê bihîst, 11 ku digot: “Çi tiştê ku tu dibînî, kitêbêda binivîse û her heft civînara bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tiyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne”.

25 MIJDARÊ-1 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EYANTÎ 4-6

“Derketina Çar Siyara”

(Eyantî 6:2) Min dîna xwe dayê, va hespekî boz xuya bû, destê yê lêsiyarbûyîda tîrkevanek hebû, kofîk wîra hate dayînê û ew çawa egît çû, wekî serkeve.

wp17.3 4 ¶3

Çar Siyar bi Rastî Kî ne?

Kî ye siyarê hespê boz? Caba wê yekê em divînin hema vê kitêba Eyantîda, yê ku wî siyarê ezmanî eyan dike ça “Xebera Xwedê” (Eyantî 19:11-13). Ev sernav dêmek Xeber, ser Îsa Mesîh tê gotinê, çimkî ew wek xebervanê Xwedê bû (Yûhenna 1:1, 14). Ew usa jî eyan dibe ça yekî “Amin û Rast” û tê navkirinê “Padşê Padşa û Xudanê Xudana” (Eyantî 19:16). Zelal e ku hukumdariya wî heye, seva ku wek padşa şera bike. Û ew hukumdariya xwe rast dide xebatê. Lê yeke hine pirs pêşda tên.

wp17.3 4 ¶5

Çar Siyar bi Rastî Kî ne?

Gelo ew siyar çi çax derket? Dîna xwe bidinê ku siyarê pêşin dêmek Îsa, hingê derket çaxê kofî yanê tac stand (Eyantî 6:2). Lê çi çax Îsa li ezmana ça Padşa hatibû kifşkirinê? Ew yek wî çaxî nîbû gava ew paşî mirina xwe vegeriya li ezman. Lê Kitêba Pîroz nîşan dike, ku hingê ewê hê hiviyê bû (Îbranî 10:12, 13). Îsa şagirtên xwera nîşan hîştin, bi saya çi jî wana dikaribû têderxistana ku çi çax ewî li ezmana destpêkir padşatiyê bike. Ewî got ku destpêka serwêrtiya wî, halê dinyayê vê daha xirab be. Dêmek wê şer, xelayî-celayê û mîna nexweşiya hal wê hebin (Metta 24:3, 7; Lûqa 21:10, 11). Zûtirekê di sala 1914-da paşî Şerê Himdinyayêye I, zelal bû ku însanet ketiye zemanekî pir xirab, ser kîjanî Kitêba Pîroz dibêje “rojêd axiriyê” (2 Tîmotêyo 3:1-5).

(Eyantî 6:4-6) Hingê hespekî dinêyî rengê zerda derket û siyarê wîra îzin hate dayînê, ku edilayiyê ji dinyayê hilde, wekî meriv hevdu bikujin. Şûrekî mezin wîra hate dayînê. 5 Çaxê wî mora sisiya vekir, min bihîst ku ruhberê sisiya got: “Were”. Min dîna xwe dayê, va hespekî reş û destê siyarê wîda mêzînek hebû. 6 Hingê tê bêjî min dengek bihîst, ji nava her çar ruhbera dihat ku digot: “Çapeke genime biçûk pê zîvekî û sê çapêd biçûk ceh pê zîvekî. Lê zirarê nede zeytê û şeravê”.

wp17.3 5 ¶2

Çar Siyar bi Rastî Kî ne?

Ew siyar tê hesabê şer. Dîna xwe bidinê, ku ew edilayê dide hildanê ne ku tenê nava çend mileta, lê nava temamya dinyayê. Di sala 1914-da, cara pêşiyê di terîxiyêda şerê hemdinyayê bû. Paşî wê yekê şerê hemdinyayêye duda qewimî, yê ku ziyaneke daha mezin anî. Li gora hesabên hine ciya, ji bo şera û şer-dewên din, ji sala 1914 wekê 100 mîlîona meriva zêdetir mirine! Gelek kesên din jî çerçirîne ji bo ziyanên din ku standine.

wp17.3 5 ¶4-5

Çar Siyar bi Rastî Kî ne?

“Min dîna xwe dayê, va hespekî reş û destê siyarê wîda mêzînek hebû. Hingê tê bêjî min dengek bihîst, ji nava her çar ruhbera dihat ku digot: ‘Çapeke genime biçûk pê zîvekî û sê çapêd biçûk ceh pê zîvekî. Lê zirarê nede zeytê û şeravê’” (Eyantî 6:5, 6).

Ev siyar xelayî-celayê dide kifşê. Ji rêzên kifşkirî tê kifşê ku kêmasiya xwarinê wê hebe. Mesele çapeke genime biçûk (0.7 kîlo) wê zîvek be, yê ku heqê temamya rojê bû di qirna yekêda! (Metta 20:2). Hema pê vî zîvekî dikaribûn sê çapên biçûke ceh bikiryana (2.1 kîlo). Genim himberî ceh, daha baha bû. Bi rastî jî çiqas çetin bû malbeteke mezin têr kin. Lema jî wan çaxa meriv nikaribûn gelek xwarin xwera bikiryana, hela hê jî tiştên her rojî yên usa ça bizirê zeytûnê û şerav, çi ku li gora kûltûra wan gerekî cem wana hebûya.

(Eyantî 6:8) Min dîna xwe dayê, va hespekî şînoqî, ku navê siyarê wî Mirin bû, Diyarê Miriya pey wî dihat. Hukum wîra hate dayînê ser pareke ji çar parêd dinyayê, wekî pê şûr, xelayiyê, nexweşiya hal û rewirêd dinyayê wan bikuje.

wp17.3 5 ¶8-10

Çar Siyar bi Rastî Kî ne?

Siyarê çara dide kifşê mirinê ji bo sebeba nexweşiyên hal û tiştên din. Paşî sala 1914 nexweşiya Îspanî bi 10 mîlîona meriv kuşt. Weke 500 mîlîon meriv bi vê nexweşiyê nexweş ketin, dêmek ji her sê meriva yek!

Lê nexweşiya Îspanî ew tenê despêk bû. Merivên zandar dibêjin ku weke 300 mîlîon meriva zêdetir di qirna 20-da mirin ji bo nexweşiya xurî. Heta roja îroyîn bi mîlîona meriv mirin e ji bo nexweşiya EÎDZÊ, tayê, û nexweşiya zirav. Û tu mêdîsîna nikare çare vê yekê bike.

Ji bo şera, xelayî-celayê û nexweşiya, gelek meriv mirin. Diyarê miriya dêmek mezel gelek meriva hûfî xwe dike, lê ev mezel tu axiriyê nade meriya.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Eyantî 4:4) Li dora wî textî bîst çar kursî hebûn û li ser wan kursiya bîst çar rûspî rûniştibûn. Kincêd çîle-qerqaş li wan bûn û kofiyêd zêrîn jî li serê wan bûn.

(Eyantî 4:6) Li ber text tiştekî mîna bereke şûşe hebû, ku mîna xirûstalê zelal bû. Li dora text, her alîkî çar ruhber hebûn, ku pêşiyê û paşiyêva çevava tijî bûn.

re 76-77 ¶8

Textê Yehowayî Ezmên yê Herî Jorin

8 Yûhenna zanibû, wekî kahîn dihatine kifşkirinê seva konda xizmet kin. Lema jî ew ecêbmayî ma gava dîna xwe dayê: “Li dora wî textî bîst çar kursî hebûn û li ser wan kursiya bîst çar rûspî rûniştibûn. Kincêd çîle-qerqaş li wan bûn û kofiyêd zêrîn jî li serê wan bûn” (Eyantî 4:4). Dewsa kahîna ew li ser text 24 rûspiya divîne, li ser serê kîjana ku tac e mîna tacê padşa. Gelo kî ne ew rûspî? Hemikî ev yên bi ruh kifşkirî ne, yanê endemên civata Mesîhiya, yên ku bona jîyîna ezmanî hatine saxkirinê û wî cîyî digirin, kîjan ku Yehowa wanara soz dabû. Em ji ku evê yekê zanin?

re 80 ¶19

Textê Yehowayî Ezmên yê Herî Jorin

19 Ev efrîn çi têne hesabê? Xeyala ku pêxemberê dinra yanê Hezeqêlra hatibû dayînê, alî me dike caba vê pirsê bistînin. Hezeqêl dît Yehowa li ser text, kîjan ku ereba ezmanîda bû. Lê kêleka erebê efrîn bûn, sifetê kîjana tîne bîra me wan efrîna, derheqa kîjana Yûhenna nivîsîbû (Hezeqêl 1:5-11, 22-28). Hine wext şûnda Hezeqêl dîsa carekê evê erebê bi text divîne, efirînên zêndî jî pey diçûn. Lê îjar ew wana xerûb nav dike (Hezeqêl 10:9-15). Çar efirînên zêndî, kîjana ku Yûhenna divîne, diqewime têne hesabê gelek xerûbên Xwedê, kîjan ku teşkîleta wîye ruhanîda ciyê bilind digirin. Eşkere ye Yûhenna ecêbmayî nema, ku xerûb usa nêzîkî Yehowa sekinîne, çimkî di konê Îsraêla berêda, ser sindoqê, yê ku textê Yehowa dihate hesabê, du xerûbên zêr’ çêkirî bûn. Orta wan xerûbara dengê Yehowa dihate bihîstinê, kîjan ku temî dida cimetê (Derketin 25:22; Zebûr 80:1).

(Eyantî 5:5) Hingê ji rûspiya yekî minra got: “Negirî! Va Şêrê ji qebîla Cihûda, rikinyata Dawid serket û dikare her heft morêd wê kitêbê jê rake û veke”.

cf 36 ¶5-6

“Va Şêrê ji Qebîla Cihûda”

5 Şêr bi mêrxasiya xwe eyan in. Tu qe ber şêr sekiniyî? Hergê belê, dibe ku sûreke qalim tu ji wî xwey dikirî û ev yek di baxçê terewilada bû. Çi jî hebû yeke dilê te ji tirsa qayîm dikuta. Gava tu li çevê wî terewilê mezin dinihêrî, û texmîn dikî ku ew jî li te dinihêre, çetin e bawer bikî, wekî şêr dikare tiştekî bitirse û bireve. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “şêr, egîtê heywana ye, ew ji ber tu tiştî nareve” (Metelok 5:5). Hema mêrxasiya Îsa ya vî cûreyî hebû.

6 Werên em şêwir kin, ku çawa Îsa “şêrê ji qebîla Cihûda”, mêrxasî dida kifşê, çaxê piştgiriya rastiyê dikir, heqî îzbat dikir û rastî peyketina dihat. Emê usa jî pêbihesin, wekî her kes ji me, firqî tune mêrxas e yan na, yeke dikare mîna Îsa mêrxasiyê bide kifşê.

Xwendina Kitêba Pîroz

(Eyantî 4:1-11) Pey van tiştara min dîna xwe dayê, va ezmênda derîk vekirî ye. Û ew dengê ku min berê mîna dengê boriyê bihîstibû minra got: “Rabe were vê jorê, ezê wan tiştêd ku gerekê ji vir şûnda biqewimin, nîşanî te kim”. 2 Hema hingê Ruhê Pîroz hate ser min, min dîna xwe dayê, wê textek li ezmên hebû û yek li ser text rûniştî bû. 3 Û şewqa dîndara yê rûniştî mîna ya kevirê yaspîs û sardiyon bû. Û keskesorê jî dora text girtibû, mîna îşiqa zimrûdê. 4 Li dora wî textî bîst çar kursî hebûn û li ser wan kursiya bîst çar rûspî rûniştibûn. Kincêd çîle-qerqaş li wan bûn û kofiyêd zêrîn jî li serê wan bûn. 5 Ji text birûsk û dengêd gurîniya ewr-ezmana derdiketin. Li ber text heft agirêd alavpêketî hebûn, ku ew her heft ruhêd Xwedê ne. 6 Li ber text tiştekî mîna bereke şûşe hebû, ku mîna xirûstalê zelal bû. Li dora text, her alîkî çar ruhber hebûn, ku pêşiyê û paşiyêva çevava tijî bûn. 7 Ruhberê pêşin mîna şêr bû, ruhberê duda mîna canega bû, ruhberê sisiya rûyê wî mîna rûyê meriva bû û ruhberê çara jî mîna teyrê sîmirî ku difire. 8 Her çar ruhber jî şeş baskî bûn, ser û binva çevava xit-xitî bûn. Û şev û roj dengê xwe nedibirîn digotin: “Pîroz, pîroz, pîroz, Xudan Xwedêyê Hemû Zorayiyê, Yê ku hebû, Yê ku heye û Yê ku wê bê”. 9 Gava wan her çar ruhbera, rûmet, hurmet û şikirî didane Yê ku li ser text rûniştiye û heta-hetayê sax e, 10 ew her bîst çar rûspî ber Yê ku li ser text rûniştî deverûya diçûn, serê xwe ber wî dadanîn, Yê ku heta- hetayê sax e û kofiyêd xwe davîtine ber text û digotin: 11 “Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin û bi xwestina te ew efirîn û hene”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin